Wezîrê Petrola Iraqê gefê li Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dixwe
Ajansa Reutersê ji zarê Wezîrê Petrola Iraqê Ebdulkerîm Liêbî, ragihand ku eger Tirkiye bêyî rizamendiya Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê bikirre dê li dijî Enqerê hemû rêyên qanûnî bikar bînin.
Li gorî nûçeyê, Liêbî her wiha gotiye, “Ev yek ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye çimkî danûstandinên bazirganî yên navbera Enqere û Bexdayê 12 milyar dolar e.”
Wezîrê petrola Iraqê gef li şîrketên tirk jî xwariye û diyar kiriye, şîrketên tirk ên ku di warê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de kar bikin dê bikevin lîsteya reş a Bexdayê.
Derheqê Herêma Kurdistanê de jî Ebdulkerîm Liêbî wiha gotiye: “Me ji wezareta darayî ya Iraqê re gotiye, dema Herêma Kurdistanê nekare rojane 400 bermîl petrol bişîne derve bûdceya wê were kêmkirin.”
Herî dawî, alîkariyê serokwezîrê Iraqê di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî jî Tirkiyê bi “çêkirina komployê” digel Herêma Kurdistanê tohmetbar kiribû û gotibû, hinartina petrolê ji Bexdayê vedişêrin.
Şehristanî her wiha gotibû, kurd naxwazin haya wezareta petrola Iraqê ji hinartina petrolê hebe û şîrketên Tirkiyê jî di wê komployê de şirîk in, çimkî heta niha tiştek li ser wê petrola ku hatiye hinartin, ji Bexdayê re nehatiye gotin.
Di reşnivîsa bûdceya sala 2014an a Iraqê de ku çend roj berê bêyî rizamendiya kurd ji aliyê encumena wezîran a Iraqê ve hati qebûlkirin, beşek heye ku Herêma Kurdistanê neçar dike pereyê ku ji firotina petrolê tê komkirin, radestî Bexdayê were kirin û petrola Herêma Kurdistanê jî bi rêya şîrketa iraqî ya bi navê SOMO were hinartin. Eger ev neyê kirin wê çaxê pişka bûdceya Herêma Kurdistanê tê birrîn.
Şîrketa SOMO daye zanîn, li gorî malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, tê çavlirêkirin ku di nav 2 mehên bê de pişka petrola hinartî ya Herêma Kurdistanê ji 4 milyon bermîl derkeve 6 milyon bermîlan. Her wiha heta dawiya sala 2014an, Herêma Kurdistanê dê mehane 10 milyon heta 12 milyon bermîl petrolê bişîne derve.
Li gorî SOMO, di destpêka vê mehê de hinek petrola Herêma Kurdistanê ji bîra Tawkê û bi rêya boriya nû ya petrolê hinardeyî bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye kirin û di demek nêzîk de nefta bîra Teqteqê û bîrên din jî dê bên hinartin.
Rudaw
