• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî: Em dev ji mafên xwe ber nadin

Gulan Media January 17, 2014 Nûçe
Serok Barzanî: Em dev ji mafên xwe ber nadin
Serokê Kurdistanê bi Serokkomarê Nemsayê re civiya.

Di çarçoweya serdana xwe ya bo Ewrûpayê de duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana Serokkomarê Nemsayê Haniz Fishar kir.

Piştî merasima pêşwaziyê di presskonferanseke hevbeş de her yek ji Serokê Kurdistanê û Serokkomarê Nemsayê behsa ew serdana han kirin.

Di destpêka presskonferansê de Serok Barzanî ragehand ku Haniz Fishar beriya ku bibe Serokkomar dostê me ye, ew 30 sale em dostên hevin, ew serdana me serdana dostekî bo cem dostê xwe bû, di vê serdanê de me behsa rewşa deverê û gelek pirsên din yên Cîhanê kir, nêrînên me di her warî de nêzî hev bûn.

Derbarê kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî Serokê Kurdistanê got: Niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de proseyeke danûstandinê heye hêvî dikim ew porseya han bigehêje encam û kêşeyên heyî bi diyalog werin çareserkirin.

Destûra bingehîn ya Îraqê derbarê pirsa enerjî de şîretên bingehîn diyar kiriye û em li gor wan şîretan tev digerin û bi ti awayî dev ji mafên xwe yên destûrî jî ber nadin.

waranpress
Top