Rojnamevan Muslim Nebo ji bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistan`ê di daxuyaniyeke taybet de bo Malpera Xendan niha ragihand, piştî ku şerê di navbera Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) li herêmên Cerablus û Girê Spî dijwar bûn, beriya bêhnekê zêdetirî 100 çekdarên girêdayî Artêşa Azad tevî çek û rextên xwe radestî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistan`ê kirine û şer û pevçûnên di navbera çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) Artêşa Azad hîna bi dijwarî berdewam in.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) zêdetirî 10 kes li Cerablusê bi zindî kuştine, her weha gelek welatiyên sivîl ji ber ne aramiya rewşa ewlekariya li wan herêman koçberî bajarê Koban`ê bûne.