Serokê Nemsayê pêşwaziya Serokê Kurdistanê kir
Di çarçoweya serdana xwe ya bo Ewrûpayê îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî gehêşte Nemsa û ji aliyê Serokkomarê Nemsayê Haniz Fichar ve hate pêşwazîkirin.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dohê bi mebesta beşarî kirin di forma abûriya Cîhanî ya Davosê ber bi Ewrûpayê ve birê ketibû û biryare di çarçoweya vê serdana han de jibilî beşdarî kirin di civîna Davosê de hevdem ligel hijmareke Rayedarên welatên Cîhanê re bicive.
