• Friday, 13 February 2026
logo

Fermana Roboskiyê ji aliyê Serfermandarê Giştî yê artêşa Tirkiyê ve hatiye dayîn

Gulan Media January 16, 2014 Nûçe
Fermana Roboskiyê ji aliyê Serfermandarê Giştî yê artêşa Tirkiyê ve hatiye dayîn
Li gorî agahî û daxuyaniyên herî dawî, derket holê ku fermana komkujiya Roboskiyê Serfermandarê Giştî yê artêşa Tirkiyê Necdet Ozel daye, lê tê gotin Ozel gotiye ew heta dawiya pêvajoya darazê ya dosyaya Roboskiyê tiştekî nebêje.

Şeva 28ê Kanûna 2011an, di encama bombekirina balafirên şerî yên Tirkiyê de 34 gundiyên gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê dema ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan, jiyana xwe ji dest dan. Her çiqas zêdetirî 2 salan bi ser bûyerê re derbas bûye lê heta niha kesên ku fermana bûyerê dane û yên ku ew ferman bicîh anîne, nehatiye eşkerekirin û hesab ji wan nehatiye xwastin.

Piştî ku dosyaya Roboskiyê ji dadgeha sivîl radestî dadgeha serbazî hat kirin, dozgeriya Serfermandariya Giştî ya artêşa Tirkiyê derheqê dosyaya de, biryara neşopandinê da û bi vî awayî xwe jê dizî. Lê parêzerên Roboskiyê diyar kirin, dê li hember vê biryara dozgeriya artêşê bertek nîşan bidin û dibe ku dozê bin Dadgeha Ewropayê jî.

Li ser vê yekê û li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nêzîkî Serfermandarê Giştî yê artêşê hatine wergirtin, Serfermandarê Giştî yê artêşa Tirkiyê Necdet Ozel gotiye, ew dê heta dawiya pêvajoya darazê tiştekî li ser bûyerê nabêje lê dema pêvajoya darazê bidawî dê daxuyaniyek berfireh bide.

Li gorî ku tê behskirin, di wê daxuyaniya Ozel de dê agahiyên îstixbaratê, daxuyaniyên ku hatine dayîn, axaftinên cîhazên bêsîm ên endamên PKKê û gellek tiştên din cîh bigire.

Li gorî agahiyên Serfermandariya Giştî û MÎTê, beriya ku bûyera Roboskiyê biqewime hatiye gotin ku yek ji rayedarên PKKê yê bi navê Bahoz Erdal (Fehman Husên) bi cîhaza bêsîmê bi komek ji endamên PKKê re axiviye û behsa êrişa li dijî qereqolên artêşa Tirkiyê kiriye. Lê tê gotin, ev agahiyên ku MÎTê û artêşê bidest xistine, bi rê û çavkaniyên cuda bûye lê naveroka agahiyên mîna hev bûye.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nêzîkî Ozel hatiye wergirtin, roja 28ê Kanûna 2011an, Ozel ji civîna Encumena Asayişa Millî xilas dibe û derbasî ofîsa xwe dibe. Agahiyên ku bi rêya balafirên bêbalafirvan hatine wergirtin ji aliyê 6 berpirsên artêşê ve tê nirxandin û paşê ji aliyê alîkarê Ozel ve radestî Ozel tê kirin.

Tê gotin, Ozel daxwaza krokiya deverê dike û dipirse: “Gelo hûn piştrast in ku ew koma komeke terorîstan (endamên PKKê) e? Gelo herketên wan mîna yên terorîstan e?” piştî ku Ozel bersiva wan pirsan werdigire fermana operasyon û bombebaranê dide.

Li gorî agahiyên, tê gotin ku Ozel bêyî ku destûrê ji Serokomar û Serokwezîr bixwaze, fermana operasyonê daye. Jixwe piştî bûyerê, BDP û PKKê yekser Serokwezîr Erdogan bi wê tohmetbar dikirin ku fermana operasyonê daye.

Lê dibêjin, Gul û Erdogan roja 29ê Kanûnê bi awayekî berfireh ji aliyê alîkarê Ozel ve tên agahdarkirin. Rayedarên artêşa Tirkiyê vê yekê jî îdia dikin ku hefteyekî piştî bûyera Roboskiyê, Bahoz Erdogan di cîhaza bêsîm de wiha dibêje: “Ev bûyer li dijî Tirkiye û artêşa tirk derbek mezin bû. Êdî artêş nikare tiştekî bike, me 10 operasyon jî bikira û 100 şehîd jî me bida, bandorek wisa nedikir”. Ev jî tê wateya ku gelo ev bûyera Roboskiyê lîstikek li dijî artêşa Tirkiyê bûye yan na?...
Top