• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî ji bo Davosê çû Ewropayê

Gulan Media January 16, 2014 Nûçe
Barzanî ji bo Davosê çû Ewropayê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandekê doh (15.01.2014) êvarî bi mebesta hinek hevdîtinan ligel serok û berpirsên welatên Ewropî û beşdarbûna Foruma Aborî ya Davosê çû Ewropayê. Foruma Davosê di rojên 22-25’ê mehê de li Îswîçreyê tê lidarxistin.

Derbarê serdanê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên da zanîn ku Serok Barzanî di vê geşta xwe de serdana çend welatan dike û gotûbêjan ligel serok û berpirsên wan welatan dike.

Fuad Husên eşkere kir ku Barzanî û şanda ligel dê beşdarî Foruma Aborî Davosê jî bibe, ku di rojên 22-25’ê vê mehê de li Îswîçreyê birêve diçe û di wê forumê de Serokê Herêma Kurdistanê dê hinek hevdîtinan ligel serkirdeyên beşdar ên forumê pêk bîne. Herwiha dê Barzanî bi mebesta behskirina rewşa aborî û siyasî ya Iraqê jî çend hevdîtinan bike.

Hêjayê gotinê ye ev duyem care Serok Barzanî beşdarî vê foruma cîhanî de dibe.

Şanda ligel Barzanî bo Ewropayê ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistan Fuad Husên, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa û hejmarek şêwirmend pêk tê.

BasNews
Top