Kurdek li Brîtanya bi sûca destdirêjî û bazirganîkirina bi zarokên keç tê darizandin
Li bajarê Peter Burgê yê Brîtanya, îro (16.01.2014) rûniştina doza dosyaya destdirêjiya li ser zarokên keç birêve çû. 5 kes ji ber destdirêjiya li ser zarokên keç tên darizandin ku wek bandekê hatine nasîn. Di nav bandkê de ku ji sala 2012an ve ev sûc kirine, kurdek jî heye. Navê wî Hesen Ebdula ye.
Li gorî medyaya Brîtanya, endamên banda han bi wê ton tohmetbarkirin ku keçên 12 sal, 13 û 14 sal bi pere dixapandin û destdirê jî li wan dikirin. Hinek caran jî bi komî destirêjî li zarokan kirine.
Li gorî dosyayê, Hesen Ebdula 4 sûc kiriye; destdirê jî kiriye ser zarokên keç her wiha bazirganî bi wan kiriye, her wiha sûcekî din ê wî jî ew bûye ku li bajarê Peter Burgê, destirêjî li ser xwendekarekê kiriye. Hesen endamên bandê fêrî bikaranîna madeyên hişbar jî kiriye. Li gorî lêpirsîn û agahiyên dozger û dadwer, endamê kurd ê bandê ji hemû endamên din ên bandê mezintir e û li pey keçên qereçî ketiye.
Hat gotin, rûniştina din a doza destdirêjiyê dê roja 20ê Sibata îsal were lidarxistin û dadgeh dê biryara dawî li ser dosyayê bide.
