Wezareta Şehîdan ji Amerîka xwast tawanên li dijî kurd wek jenosîd qebûl bike
Berî niha Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan hemû hewlên xwe dabû ji bo komkirina hejmareke mezin ji belgeyên li ser her du tawanên ku rejîma Beis li dijî kurdan encamp dabû.
Piştî komkirina wan belgeyan wezaretê bi hevkariya peymangeha Temble ya Amerîkî derbarê komkujiyên Enfal û kîmiyabarana navçeyên başûrê Kurdistanê kiribûn piroje û ew piroje pêşkêşî Kongrêsa Amerîka kirin da ew jî ji aliyê xwe wek jenosîd pesend bike.
Amerîka ku yek ji wealtên herdemî yê Konseya Asayişa Navdewletî ye, tê çavlirêkirin ku di demek nêzîk de wê pirojeyê pesend bike.
Eger tawanên li dijî kurdan li Başûrê Kurdistanê wek jenosîd li ser asta cîhanê hat nasandin, dê wê demê hikûmeta Iraqê hemû qurbaniyan qerebû bike.
Di çend salên borî de jî, çendîn welatên cîhanê mîna Brîtanya û Swêdê bi awayên cuda qebûl kirine ku tiştê ku bi serê kurdan hatiye kirin jenosîd bû.
Herwiha niha li her yek ji welatên Elmaniya, Fransa, Belcîka û Îtaliya hewl tê dayîn ku ew tawanên li dijî kurdan hatine kirin, ji aliyê wan welatan ve wek jensoîd bê qebûlkirin.
Rudaw
