• Friday, 13 February 2026
logo

Li Efrînê termê 150 kesan hatine dîtin

Gulan Media January 16, 2014 Nûçe
Li Efrînê termê 150 kesan hatine dîtin
Li bajaroka Daret Ezzê a nêzîkî bajarê Efrînê termê 150 kesan ku di nava wan de Kurd jî hene ku ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ve hatine înfaz kirin hatine dîtin. Her weha balafirên şer jî herêm bombardiman kiriye.

Li gor nûçeyeke malpera pukmedia belav kiriye ku, piştî rakirina qedexeya hatûçûnê ku ji aliyê rêxistina dewleta îslamî li Êraq û Şam (DAIŞ) hatibû ferz kirin û derketina wan ji bajêr, xelkê bajarokê Daret Ezê, 150 term dîtine û di nava wan de hin Kurdên Efrînê û hin ji wan xelkê navçeyên derdorê ne û hinek jî endamên Artêşa Sûrî a Azad jî hene.

Her weha hatiye diyar kirin ku termê welatiyên Kurd yên bajaroka Cindirêsê a ser bi Efrînê ne ku ev demeke ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ve dema ku ji Efrînê diçûn Helebê hatibûn revandinê.

Ji aliyekî din ve PYD rojava belav kiriye ku, îro 16/1/2014`an balafirên şer ên rêjîma Sûriyê gundê Qitmê a ser bi bajaroka Şera a ser bi Efrînê bombardiman kiriye û di nav de jineke Kurd li gel 2 zarokên xwe bi tevahî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Top