Darên berû di navbera Kurdistan û Iraqê de tên çandin
Ew ciwan li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, kampaniya çandina darên berû destpêkirine.
Ciwanên Duhokê dibêjin ku dara berû dareke kurdî ye û nasnameya kurdistanîbûna wan navçeyan zêdetir derdixîne ber çavan.
Kampaniya çandina darên berû dê ne tenê li navçeyên veqetiyayî be, lê belê dê li wan çiya û newalên ku şer tê de çêbûye û xwîn li ser rijiyaye jî bê destpêkirin.
Rudaw
