• Friday, 13 February 2026
logo

Darên berû di navbera Kurdistan û Iraqê de tên çandin

Gulan Media January 15, 2014 Nûçe
Darên berû di navbera Kurdistan û Iraqê de tên çandin
Grûpeke ciwanên bajarê Duhokê dixwazin sînorê Kurdistanê diyar bikin, lê ew wî karê xwe bi awayekî cuda pêk tînin.

Ew ciwan li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, kampaniya çandina darên berû destpêkirine.

Ciwanên Duhokê dibêjin ku dara berû dareke kurdî ye û nasnameya kurdistanîbûna wan navçeyan zêdetir derdixîne ber çavan.

Kampaniya çandina darên berû dê ne tenê li navçeyên veqetiyayî be, lê belê dê li wan çiya û newalên ku şer tê de çêbûye û xwîn li ser rijiyaye jî bê destpêkirin.

Rudaw
Top