700 Fransî bi navê cîhadê çûne Sûriyê
Di vê derbarê de Serokê Fransayê François Hollande di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku hejmareke zêde ji Fransayê bi navê cîhadê çûne Sûriyê û vêna jî ew nîgeran kirine.
Hollande got: ‘’Heta niha 700 kes ji welatê me çûne, evna jî hejmareke zêde ye, divê em ciwanên xwe agahdar bikin daku ji karên wiha dûr bikevin û hemû toreke terorê li Fransayê jinav bibin.’‘
Li gor ajansên nûçeyan ên Fransî, heta niha 20 Fransî li Sûriyê hatine kuştin, du ji wan kesan bira ne û dayîka wan kuştina herduyan dixe stoyê desthiladarên welatê xwe ku nikarîne rê li çûna ciwanan bigirin.
Basnews
