Bêyî razîbûna Kurdan butçeya İraqê hat pesendkirin
Di vê derbarê de Berdevkê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb ji BasNewsê re got: ‘’Ew pesend kirin ne bi dilê Kurdan e û dema ji Parlamentoya İraqê re bê şandin tê tesîra wê hebe.’‘
Mueyed Teyîb wiha axifî: ‘’Hikûmet û Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê dê têbîniyên xwe li ser wê butçeyê bînin ziman, wek parlamenterên Kurd dema butçe ji Parlamentoya İraqê re hat şandin, emê jî pêdagiriyê li ser wan daxwazên Herêma Kurdistanê bikin.’‘
Berdevkê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb tekez kir ku eger İraq bixwaze wê butçeyê wiha derbas bike wê demê ewê jî wek parlamenterên Kurd rûniştinên parlamentoyê boykot bikin.
Basnews
