Li Pakîstanê qezaya trafîkê: 19 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Qeza li Nawabşah a 265 km li bakurê paytexta eyaleta Sînd Karaşî ku metropola aboriya welêt e, rû da.
Xwendekarên Dibistana Bright Future (Pêşeroja Ronî), ji Nawabşahê bi otobusê vegieriya bajarokê Dolatpûr ê lê diman. Lê belê otobusa zarok tê de bû li kamyoneke barkirî qelibî.
Berpirsyarê nexweşxaneya Nawabşahê Dr. Haşim Langa da xuyakirin ku 19 jê zarok 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, 20 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku zarok 5 heta 7 salî bûne.
Polîsê herêmê, ji bo tespîtkirina sedema qezayê lêpirsîn da destpêkirin. Rayedarekî payebilind ê herêmî Asîf Alî Peşûto diyar kir ku îhtimal heye qeza ji ber ajotina nebaş a ajokarekî rû daye.
Pakîstan ji aliyê qezayên trafîkê ve yek ji welatên herî xetere yên cîhanê ye. Tê gotin ku sedema vê yekê jî sîstema nebaş a rê, wesayîtên ne çê û ajokariya xerab e.
ANF
