Turkmen li benda bersiva PDK’ê ne
Di vê derbarê parlamentera Turkmen ser bi Lîsta Pêşketî ya Turkmenan Cudît Necar ji BasNewsê re got: ‘’Berî sê hefteyan aliyên serkeftî yên Turkmenan ji bo beşdarbûna di kabîneya nû ya hikûmetê de yadaştek wek daxwazên xwe dan Nêçîrvan Barzanî û şanda danûstandinan a PDK’ê, lê heta niha bersiva me nedane.’‘
Cudît behsa naveroka wê yadaştê jî kir û wiha axifî: ‘’Me di wê yadaştê de daxwaz kiriye ku wek neteweya duyem danûstandin ligel me bê kirin, herwiha cîgirê serokwezîr bo karûbarê Turkmenan, ligel wezareteke din a girîng û wezareteke xizmetguzariyê bidin me.’‘
Parlamentera Turkmen da zanîn ku heta niha bersiva yadaşta wan nehatiye û wiha pêde çû: ‘’Bersiv gelekî dereng ma, xwiya evna jî sedemên wê hene, bi taybetî berjewendiyên aliyan, destêwerdana herêmî di vê meseleyê de, vana hemûyan wiha kir ku pêkanîna hikûmetê paş bikeve.’‘
Cudît Necar da zanîn ku ew pirsgirên din ên niha li İraqê hene sedemeke din in û hikûmeta İraqê dixwaze nakokiyên aliyên navxwe wek firset bikar bîne bo lêdana pêkanîna kabîneya dahatû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di hilbijartina 21’ê Îlona 2013 ya Parlamentoya Kurdistanê de, bi awayê kota Lîsteya Pêşketî ya Turkmenî 2 kursî, Lîsteya Cepheya Turkmenî ya İraqê, Lîsteya Goran, Lîsteya Nûbûna Turkmenî û Lîsta Hewlêr a Turkmenî her yekê kursiyek bidest xistin.
Basnews
