• Friday, 13 February 2026
logo

Berîtaniya giftûgo li ser peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re dike

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Berîtaniya giftûgo li ser peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re dike
Parlementoya Berîtaniyayê bo giftûgo kirin li ser peywendiyên Berîtaniya û Kurdistanê dicive.

Biryare çarşem parlementoya Berîtaniyayê bi mebesta giftûgo kirina peywendiyên Berîtaniyayê yên bi Kurdistanê re civînek saz bike.

Tê payîn di civîna han de grûpa dostaniya Kurdistan û Berîtaniya jî amadebin û di civînê de bi awayekî berfire li ser dîroka peywendiyên Kurdistan û Berîtaniya were seknandin û amadebûyên civînê li ser çawetiya bihêztir kirin û rê û rêbazên bihêztir kirina peywendiyên han giftûgo bikiin.

Her di çarçoweya civîna han de çendîn pirs derbarê peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtaniyayê de ji wezîrê derve yê Berîtaniyayê tên pirsîn û nav hatî jî bersifa wan pirsan dide.
Top