• Friday, 13 February 2026
logo

Ban Ki Moon serdana Penaberên Rojawayê kir

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Ban Ki Moon serdana Penaberên Rojawayê kir
Skreterê giştî yê NY serdana kempa Kewirgusk ya Penaberan kir.

Di çarçoweya serdana xwe ya bo Îraqê de Duh Ban Ki Moon serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê û bêhin wedaneke kurt Ban Ki Moon û heyeta pê re tevî hijmarek ji berpirsên Kurdistanê serdana kempa Penaberên Rojawayê Kurdistanê ya li Kewirguskê kir û ji nêz ve rewşa wan Penaberan bi çavên xwe dît.

Ban Ki Moon piştî gereke kurt di nava kempê de serdana çendîn konên Penaberan kir û ji rewşa wan pirsî.
Pişt re di presskonferansekî de Moon bi zimanê Kurdî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û got: Jiber vekirina deriyên xwe bo Penaberan em spasiya hikûmeta Kurdistanê dikin. Hikûmeta Kurdistanê her çend bo xwe jî hîn jî li gel Îraqê hin kêşe û arîşeyên girîng hene lêbelê kariye bi awayekî gelek baş pêşwaziya wan penaberan bike lewre em weke NY gelek spasiya hikûmeta Kurdistanê dikin.
Top