Ji bo zarokê navê wî Mihemed be 1000 dolar
Li gor nûçeya ajasna RIA Novosti ya rûsî, Qadîrov bi boneya roja jidayikbûna Pêxemberê Îsalmê got ku komeleya dayika wî Îmanî Qadîrov dê 1000 dolarê amerîkî bide her malbateke ku di vê rojê de navê kurê xwe bike Mihemed.
Qadîrov diyar kir ku herwiha yê navê hevjînin Pêxemberê Îslamê yan zarokên wî yan jî hevalên wî li zarokên xwe bike dê 1000 dolarî werbigire.
Qadîrov diyar nekir ku yê li dervey Çeçenê jidayik bibe dê wê xelatê bigire yan na.
Rudaw
