“3 serkirdeyên Qaîde li Tirkiyê hatin girtin”
Li gor medyaya tirkî, polîs û hêzên ewlekariya Tirkiyê ew operasyon li 6 parêzgehan pêk anîn û di encam de 3 serkirdeyên girîng yên Qaîde li Tirkiyê û Rojhilata Navîn girtin.
Her li gor medyaya wî welatî, di lêkolînan de derket ku di nava girtiyan de zilamê duyem ê Qaîde li herêmê Îbrahîm Şan û berpirsê yekem ê Qaîde li Tirkiyê Halis Bayancok hene.
Hat ragihandin ku ew her du kes çekdaran ji bo şer dişînin Sûriyê.
