• Friday, 13 February 2026
logo

Kurdan nûnerên xwe ji bo Cenevre-2 diyar kirin

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Kurdan nûnerên xwe ji bo Cenevre-2 diyar kirin
Çavkaniyekê ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê ragihand ku pêkhata Kurd di nav hevpeymaniyê de navê nûnerên xwe ji bo Cenevre-2 diyar kirine, ku dê tevlî şand mixalefetê beşdarî konferansê bibin.

Li gor ajansa 24 ya Îmaratî, çavkaniya ji nav hevpeymaniyê got dê Kurd bi 3 nûnerên Kurdan di nav şanda mixalefta Sûriyê de bin a ku wê tevlî konferansa Cenevre-2 bibe ku biryare di 22’ê mehê de li Swisreyê bê lidarxistin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku nûnerên Kurd ji Cîgirê Serokê Mixalefeta Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, Kamîran Hac Ebdû ku pizîşkekî Kurd e û li Elmaniyayê dijî û Mihemed Ebdo Gedo endamekî serbixwe di Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de pêk tên.

Ev cara yekem e ku pêkhateyek ji mixalefeta Sûriyê navê nûnerên xwe ji bo konferansa Cenevre-2 eşkere dike ji ber ku heta niha Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê hê helwêsta xwe derbarê beşdariyê yan nebeşdariyê di konferansê de yekalî nekiriye û dê biryara dawî li ser vê pirsê di 17’ê mehê de rabighîne.

Berî niha çend çavkaniyan ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ragihandibûn ku encumenê Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Hacî Derwêş wek serokê nûnerên Kurd di Cenevre-2 de destnîşan kirine

Basnews
Top