Barzanî û Ban Ki-moon civiyan
îro sêşemê Ban Ki-moon di rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin.
Ban Ki-moon destpêkê serdana kampa Kewirgoskê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê kir û di kongreyeke rojnamevaniyê de dilgiraniya xwe li hember rewşa koçberan anî ziman.
Ban Ki-moon spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçberan kiriye û got ku Herêma Kurdistanê pêgirê merên navdewletî bûye di pêşwazîkirina koçberan de.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh hate Iraqê û li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya.
Rudaw
