• Friday, 13 February 2026
logo

Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê petrol dît

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê petrol dît
Şîrketa derxistina petrolê ya Tirkiyê (TPAO) ragihand, li ser sînorê Herêma Kurdistanê petrolek bi qalîtetek baş dîtiye.

Li gorî medyaya Tirkiyê, şîrketa TPAO ya Tirkiyê eşkere kir ku karîne di kûrahiya 2 hezar û 900 metre de û li ser sînorê navbera Herêma Kudistanê û parêzgeha Şirnexê ya Bakûrê Kurdistanê neft dîtiye.

Rêveberê TPAO yê herêma Batmanê Gokhan Akin, diyar kir ku ev cara yekemîn e li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê neftek bi vê qalîteyê tê dîtin û wiha got: “Ew bîra ku me lêdaye, nefta wê bi qasî nefta cînarê me (Herêma Kurdistanê) baş e lê bo destnîşankirina kapasîteya wê emê hefteya bê têst bikin.”

Hat gotin, bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, şîrketa TPAO 6 meh berê li nêzîkî çemê Hêzil ê ku dikeve sînorê navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê, dest bi kolan û derxistina neftê kiribû.

Rudaw
Top