• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda YNKê û PDKê ligel berpirsên Îranê civiya

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Şanda YNKê û PDKê ligel berpirsên Îranê civiya
Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bêy ku ti zanyariyan bidin medyayê serdana xwe bo Îranê bi dawî anîn û vegeriyane Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Ew serdan serdaneke taybet bû û ew şand ligel çend berpirsên peywedîdar civiya û di civînê de rewşa niha ya Iraq û navçeyên hat gotûbêjkirin, têkiliyên di navbera Hewlêr û Tehranê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên civînan bûn”.

Nazim Debax sedema serdanê vegerande bandora YNKê û PDKê li qada siyasî ya Iraq û navçeyê û got “YNKê û PDKê wek du hêzên sereke ne di avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq nû de û hikûmeta Îran û welatên navçeyê girîngiyê didin wan”.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, berpirsên Îran piştgiriya avakirina hikûmeteke berferh kirine û daxwz ji YNKê kirin “gotara xwe bike yek” û daxwaz ji PDKê kirine “di kabîneya nû de cihê guncayî bide YNKê”.

Ger li gor zanyariyên Rûdawê, şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bû û Fazil Mîranî û Azad Berwarî ligel bû, şanda YNKê jî ji Kosret Resûl Elî, Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed pêk dihat.

Şanda hevbeş a YNKê û PDKê roja yekşemê 12/1/2014 serdana Îranê kir û roja duşemê serdana xwe bi dawî anî.

Rudaw
Top