Ban Ki-moon gehişte Hewlêr û serdana koçberan dike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon berî kêliyekê gehişte Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e Ban Ki-moon di vê serdana xwe de ku tenê rojekê berdewam dike, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Herwiha Ban Ki-moon dê serdana kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li parêzgeha Hewlêrê jî bike. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî doh serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya.
Basnews
