• Friday, 13 February 2026
logo

Ban Ki-moon gehişte Hewlêr û serdana koçberan dike

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Ban Ki-moon gehişte Hewlêr û serdana koçberan dike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bi serdanake fermî gehişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon berî kêliyekê gehişte Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Ban Ki-moon di vê serdana xwe de ku tenê rojekê berdewam dike, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Herwiha Ban Ki-moon dê serdana kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li parêzgeha Hewlêrê jî bike. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî doh serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya.

Basnews
Top