• Friday, 13 February 2026
logo

Wezîrê derevyê Îranê serdana Iraqê dike

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Wezîrê derevyê Îranê serdana Iraqê dike
Biryar wiha ye, ku iro wezîrê derveyê Îranê bi serdaneke fermî bigihîje Bexdadê û li gel çend berpirsên pile bilindên hikûmeta Iraqê dîdar bike.

Jêderekê ji wezareta derveya Iraqê ve ji PNA re ragihand, ku iro sêşembe, wezîrê derveyê Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi seroaktîya şandeke hikûmeta Îranê serdana Bexdadê dike û li gel Nûrî Malikî serokweîzêr Iraqê û Xuzêr Xuzaî cîgirê serok komarê Iraqê û Usame Nucêyfî serokê parlemana Iraqê kom bibe.

Li gor zanyarîyên PNA. Biryar wiha ye ku wezîrê derveyê Îranê li gel Hûşyar Zêbarî wezîrê derveyê Iraqê jî kom bibe û dê beşdartî di kongreyeke rojnamevanî de bike û mebesta serdana xwe bo Bexdadê aşkira bike.
Top