Wezîrê derevyê Îranê serdana Iraqê dike
Jêderekê ji wezareta derveya Iraqê ve ji PNA re ragihand, ku iro sêşembe, wezîrê derveyê Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi seroaktîya şandeke hikûmeta Îranê serdana Bexdadê dike û li gel Nûrî Malikî serokweîzêr Iraqê û Xuzêr Xuzaî cîgirê serok komarê Iraqê û Usame Nucêyfî serokê parlemana Iraqê kom bibe.
Li gor zanyarîyên PNA. Biryar wiha ye ku wezîrê derveyê Îranê li gel Hûşyar Zêbarî wezîrê derveyê Iraqê jî kom bibe û dê beşdartî di kongreyeke rojnamevanî de bike û mebesta serdana xwe bo Bexdadê aşkira bike.
