• Friday, 13 February 2026
logo

Şerê navbera Eşîr û Artêşa Îraqê didome

Gulan Media January 14, 2014 Nûçe
Şerê navbera Eşîr û Artêşa Îraqê didome
Piştî DÎŞI wê carê hêzên şoreşger yên Eşîran şerê artêşa Îraqê dikin.

Duh li hin navçe û deverên derdora Felûce û Romadî de şer di navbera hêzên şoreşger yên Eşîrên wan deveran û artêşa Îraqê destpê kir û hin kes canê xwe ji dest dan.

Piştî kêm bûna şerê navbera artêşa Îraq û DIŞI li Felûce û Enbarê, wê carê hêzeke din ya bi navê çekdarên şoreşger yên eşîran dest bi şerê dijî artêşa Îraqê kirin.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan de di encama şerê îro ya di navbera hêzên çekdar yên şoreşger û artêşa Îraqê de Efserekî artêşa Îraqê, 3 polîs û çend leşkerên artêşa Îraqê û herwiha çend çekdarên şoreşger hatine kuştin.

Eşîrên wan deveran eşkere kirine ku artêşa Îraqê bi rêya kopter û çekên giran hin dever û navçeyên derdora Romadî topbaran kiriye lewre mimkune hijmara kuştiyan hîn zêdetir be.
Top