Navenda vîzeya Nemsa û Slovaniya hate vekirin
Îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî navenda vîzeya Nemsa û Slovaniyayê hate vekirin.
Di merasima han de ku nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Nemsayê û hijmareke din Dîplomat û kesayetiyên din û berpirsê beşê vîzeyê ya wezareta derve ya Nemsayê jî tê de beşdarbûn çendîn peyv û gotar derbarê vekirina navenda han de hatin pêşkêşkirin.
Di wan gotaran de berpirsê beşê vîze ya wezareta derve ya Nemsayê kêfxweşiya xwe ya li hember vekirina wê navenda han diyar kir û got: Ew pêngava han pêngaveke dine ji bo bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Nemsayê de.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, vekirina navenda vîzeyê dibe derfeteke din bo gelê Kurd daku bikaribin fêdeyeke zêdetir ji ezmûna Nemsayê verbigre û psporên Nemsayî jî li Kurdistanê de dest bi karûbarên bazirganî û berfiretir kirina peywendiyên navbera her du welatan de bikin.
Li wê navenda han de tevahiya welatiyên Kurdistanê dikarin vîzeya Nemsa û Slovaniyayê werbigirin.
