• Friday, 13 February 2026
logo

Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin

Gulan Media January 13, 2014 Nûçe
Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Pêşewe Behlewî, ji aliyê hêzên ewlekariyê ên rejîma Sûriyê ve hate girtin.

Rojnamevan Axtîn Esead ji bajarê Qamişlo ji Tora Mewdyayî ya Rûdawê re got: “Pêşewa Behlewî li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo mijûlê amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember”.

Wî çalakvanî eşkere jî kir ku “Otombêleke Asayişa Niştimanî, ya ser bi rejîma Sûriyê ve, nêzîkî Pêşewa bû û kamîre û pêdiviyên wî ên rojnamevanî jê sitandin û hemû wêneyên li ser kamîrayê reş kirin û ew girtin”.

Rudaw
Top