• Friday, 13 February 2026
logo

Ban Ki-moon sibe serdana Hewlêrê dike

Gulan Media January 13, 2014 Nûçe
Ban Ki-moon sibe serdana Hewlêrê dike
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon îro (13.01.2014) gihîşte paytexta Iraqê Bexda û biryare sibe sêşemê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

Ban Ki-moon di vê serdanê de ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Parlamentoya Iraqê Ûsama Nûcêfî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Xizyer Xuzaaî dicive.

Li gor ku di medyayê de hatiye belavkirin, dê di vê civîn dê Ki-moon rewşa Sûriyê û Cenêv2, rewşa ewlehiyê li Iraqê û aloziyên vê sawiyê yên parêzgeha Enbar ligel berpirsên Iraqê gotûbêj bike.

Herwiha li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdaw, Serkreterê Giştî yê NY dê sibe serdana Hewlêrê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Rudaw
Top