3 Kurdên Şebek li Mûsil`ê hatine kuştin
Kargêrê Liqa 14 yê Partî Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî li Mûsil`ê bo Malpera Xendan ragihand ku, îro danê êvarê li devera Bazara Mihan (Sûq El Xenem) Kuredekî Şebek bi demançeya bê deng hate kuştin.
Her weha got: Di heyama hefteya bûrî de 3 Kurdên Şebek hatine kuştin ji ber ku hem ew Kurdin hem jî Şîe ne lewra Kurdên Şebek tên terorkirin.
Memûzînî got: Li sînorê parêzgeha Mûsil`ê zêdetirî 400 hezar Kurdên Şebek hene, lê jiber rewşa ewlehiya wî bajarî beşek zêde ji wê bajarî derketine û berên xwe dane deverên bi ewle yên li derdora bajarê Mûsil yan jî bajarên Herêma Kurdistan`ê.
Kargêrê Liqa 14 yê PDK li bajarê Mûsil`ê aşkere kir ku, her îro li Rojavayê Mûsil`ê di encama teqîna otombêleke bombekirî de 7 serbazên Artêşa Îraq`ê birîndar bûne.
Xendan
