• Friday, 13 February 2026
logo

Rapirsiya herî dawî li ser hilbijartinên herîmî li Bakûrê Kurdistanê

Gulan Media January 13, 2014 Nûçe
Rapirsiya herî dawî li ser hilbijartinên herîmî li Bakûrê Kurdistanê
Li gorî encamên rapirsiya dawî ya derheqê hilbijartinên şaredariyan li bajarên Amed, Mêrdîn û Rihayê BDP û AKPê di hevrikiyek tund de ne.

Şîrketa lêkolîn û rapirsiyan a bi navê ORCê, encamên rapirsiya xwe ya herî nû derheqê hilbijartinên herîmê yîn Tirkiyê li 5 bajarên serekî yên Bakûrê Kurdistanê eşkere kir.

Di rapirsiyê de ev pirs hatiye pirsîn: Di hilbijartinên şaredariyên bajarên mezin de tu dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?

Li gorî encamên rapirsiyê ku di navbera 2-8ê Çileya 2014an hatiye sazkirin, li bajarê Amedê ji 3 hezar kesên ku tevlî rapirsiyê bûne, 44.0% jê dengên xwe dane BDPê, 39.7% dengên xwe dane AKPê, CHPê 3.9% deng bidest xistiye û partiyên din jî 5.9% bidest anîne û yên ku nezanîne dengên xwe bidin kîjan partiyê (yên dudil) jî 6.5% bûye.

Li bajarê Mêrdînê hezar û 900 bersiva pirsên rapirsiyê dane û encamên wê wiha ne:

BDP: 38.2%, AKP: 36.0% CHP:11.0%, yên din: 5.4% yên dudil: 9.4%.

Li bajarê Rihayê jî ku 2 hezar û 500 kes tevlî rapirsiyê bûne, encam wiha ye:

AKP: 42.7%, BDP: 30.5%, CHP: 7.9%, SP (Partiya Seadet): 4.0%, yên din: 4.2%, yên dudil: 10.7%.

Li bajarê Meletiyê jî ku 2 hezar û 720 kesan bersiva pirsên rapirsiyê dane, rêjeya dengan bi vî awayî ye:

AKP: 45.0%,CHP: 28.3%, MHP: 13.0%, yên din: 5.5%, yên dudil: 8.2%.

Li bajarê Dîlokê jî ku 2 hezar û 650 kes beşdarî rapirsiyê bûne, encam wiha ye:

AKP: 43.6%, CHP: 32.0%, MHP: 12.5%, yên din: 3.5%, yên dudil: 8.4%

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê roja 30ê Adara îsal tên lidarxistin.


Rudaw
Top