Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim Mewlûd bibe sedema cîhbicîh kirina wateyên peyama pîroz ya Îslamê
Bi navê xwedê mezin û dilovan Bi minasebeta yada pîroz ya jidaykbûna Fexrê kaênatê Peyxemberê mezin Hz Muhemed Mustefa ( silavên xwedê li ser bin) gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Mislimanên Kurdistan, Îraq û Cîhanê dikim.
Hêvî dikim ew minasebeta han ya pîroz bibe handereke din bo cîhbicîh kirina wateya rûhiyên bilind yên ola pîroz ya îslamê, çawe Kurdistan bûye navendeke bihevre jiyan û lêbûrdeyiya pêkhateyên olî p etnîkî her wisa hêvî dikim ew rih û cana han ya bihevre jiyanê deverên din yên Îraq û tevahiya Rojhilata Navîn jî bide ber xwe.
Şikûmend be mewlûda Peyxemberê Îslamê, berqerar be tebayî û yekrêziya navbera pêkhateyên gelê me, di çarçoweya berfire û bihêz kirina ezmûna Kurdistanê, hevûdu qebûlkirin û bonyadnana civakek li ser pîwerên yeksanî, biratî, dadweriya civakî û bihevre jiyanê.
Careke din şikûmend be mewlûda Peyxemberê Îslamê hêvî dikim ew roja han bo gelê Kurd bixêr û xweşî be û Îraqa fedral jî aram û awedan be.
Mesrûr Barzanî
12.1.2014
