Kartên dîcîtal yên hilbijartinan tên dabeş kirin
Di wê derbarê de komîsyona serbixwe ya hilbijartinan a Îraqê ragehand ku biryare hefteya pêşiya me yekemîn qonaxa dabeş kirina kartên dîcîtal yên hilbijartinan were destpêkirin.
Komîsyona serbixwe ya hilbijartinan di daxuyaniyekî de eşkere kiriye ku di yekemîn qonax de 9 miliyon kartên dîcîtal li ser dengderên Îraqê tên dabeşkirin.
Cîgirê civata komîsariyaya hilbijartinê Gate Zobeyî eşkere kir ku di wan rojan de yekem para kartên dîcîtal digehêje Îraqê û li ser xelkê Îraqê tên dabeşkirin.
Zobeyî eşkere kir ku ew kartên han li Franse û Ispaniyayê de hatine çapkirin û ti kesek jî nikare di nava wan kartan de sextekariyan bike.
