Serokê Herêma Kurdistanê roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin pîroz kir
(Leqed kan lekum fî resul allah aswe husne lemin kan yurciu allah û aliyum alaxir) Sadaq allah alazîm
Bi helkefta roja ji dayikbûna fexrê kaînat pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê(S.X.L) germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Peyama ola pîroza îslam ku pêxemberê me yê mezin pêşkêşî mirovayetiyê kir, peyama pêkvejiyan û lêborînî û mirovdostî û xweşdivî û wekheviya gelan û dadperweriye. Ji xwedayê mezin hêvîdarim handerê hemû aliyek bê ji bo vegerana berev wate ruhiya bilinda ola pîroza îslam û binyatnana civakek li ser bingeha wekhevî û pêkvejiyanê û nehiştina tundutîjiyê.
Hêvîdarim ev roja pîroz ji bo xelkê Kurdistanê bi xêr û xweşî û aramî û avadaniyên zêdetir vegerê.
Wesselamun aleykum we rehmet tulllahî we berekatuhu
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
