Du teqîn li Dûzxormato; 3 kuştî û 25 birîndar
Li gor zanyarîyên PNA li Dûzxomato û ji jêderek ji polîsê Dûzxomarto ve, îro demjimrê 18:15 li taxa Eskerî û li nêzîkî yarîgeha fotbalê û mizgevta Wehabî ya evê taxê, motorsîklêtek teqîya û piştî ku hevwelatî li cihê teqînê kom bûn, otomobîleke bombekirî li heman cihê teqîna yekem teqîya.
Di evê bareyê de jêderek ji nexweşxaneya Dûzxormato ji PNA re ragihand:´´ ji ber her du teqînên îro yên baajrê Dûzxormato, 3 kes şehîd bûne û 25 kes jî birîndar bûne û ji ber zorîya birîndaran em neçar bûne ku bo çareserîyê beşek ji birîndaran berev kerkûkê bişînin.´´
