• Friday, 13 February 2026
logo

GazProm a Rusî li Iraqê dest bi berhemanîna neftê kir

Gulan Media January 13, 2014 Nûçe
GazProm a Rusî li Iraqê dest bi berhemanîna neftê kir
Kompanîya neftîya Rusî ya bi anvê GazProm dest bi yekemîn qonaxa berhemanîna neftê li bloka neftîya Bedre ya li başûrê Iraqê kir.


Li gor raporteke ajansa nûçeyan a Roytêrz (Reuters), mezintirîn kompanîya neft û gaza Rusî, GazProm yekem qonaxa berhemanîna neft li bloka Bedre ya li başûrê Iraqê destpêkiriye û û biryar jî wiha ye ku heta dawîya îsal ew kompanî, ji ewê bloka neftî ve neftê berev bazarên cîhanî bişîne.


Li gor jêdereke ewê kompanîyê, niha rêjeya berhemanîna rojane li bloka Bedre, 7 hezar bermîl nefte û wiha jî dihê çaverêkirin ku heta nîveya îsal berhema roajne ya ewê bloka neftî zêdetir bibe.

Ew kompanîya wuzeya Rusî aşkira jî kiriye ku li gor xemlandina ewan, şîyana ewê bloka neftî bi qasekê ye ku heta sala 2017 dê rêjeya berhemanîna wê rojane bigihîje 170 hezar bermîlên neftê, yan jî 8.5 miliyon ton di salekê de û wiah jî dihê çaverêkirin ku rêjeya berhemanînê bo maweya heft salên dahatî di heman astê de bimîne.

Kompanîya GazProm a Rusî xêncî karkirin di bloka neftîya Bedre ya Iraqê de, li Herêma Kurdistanê jî di çend blokên neftî de û ji wan bloka neftîya Helebçeyê de kar dike.
Top