• Friday, 13 February 2026
logo

Nûrî Malikî derbarê şandina nefta Kurdistanê bo derve peyamên tund da

Gulan Media January 12, 2014 Nûçe
Nûrî Malikî derbarê şandina nefta Kurdistanê bo derve peyamên tund da
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku rêkeftinekî wan li gel Serokê Herêma Kurdistanê sebaret bihinardekirina nefta Herêma Kurdistanê hebû, ew çaverêya bersivê bûn, lê belê bidestpêkirina proseyê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve em matmayî man, herweha Malikî amaje bi birîna pişka Kurdistanê ji bûdceya giştî kir.

Îro serokê lîstên Kurdîyên di encûmena nûneran a Iraqê de li Bexdadê li gel serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî sebaret bi pirsgirêka hinardekirina neftê ji aliyê Herêma Kurdistanê civiyabûn.

Serokê fraksiyona Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê li parlemana Iraqê Necîb Ebdula ji malpera Xendanê re ragihandiye ku: Neft dahata serekî ya budceyêye û civîna evrojî li gel serokwezîrê Iraqê pêwendî bi nakokiyên navbera Bexdad û Hewlêrê li ser pirsa neftê û dahatên wê buye.

Necîb Ebdula got: ´´Di civînê de Malikî ragihandiye ku rêkeftina wan li ser hinardekirina neftê li gel serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hebû, ew çaverêya bersîvê bûne, lê belê bihinardekirina neftê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ew matmayî mane.´´

Li gor gotina Necîb Ebdula di civînê de Malikî diyar kiriye ku çendîn dengê nerazîbûnê bilind bûne û daxwaz dikin ku para ew nefta ku tê hinaredekirin ji pişka Herêma Kurdistanê ji budceya 2014`an bê qutkirin.

Serokê lîsta Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê got: ´´Di civînê de em weku serokên lîstên Kurdî li Bexdadê me daxwaz kir ku dosya neftê bi rêya hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bête çareser kirin.´´

Li gor nûçeya malpera Rûdawê jî , Malikî di civîna îro de ya li gel parlemanterên kurd ên li Bexdadê de behsa serdana pêştir a Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya bo Bexdadê û rêkevtina bi wî re kiriye û wiha gotiye: ´´Divê em bizanin ka ew pişka petrolê ku bo derve tê şandin, çiqase û divê bi nirxa cîhanî were firotin û pereyê wê jî bikeve sindoqa Iraqê ya li Amerîka.´´

Malikî rêkeftina Bexdadê digel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî erênî nirxandiye lê dilgiraniya xwe ji bersivnedana Barzanî nîşan daye, çimkî li gorî Malikî, Barzanî jî re gotiye dê 2 rojên din bersiva fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re bişîne û wiha axifiye: ´´Lê ev du-sê hefte borîn hê jî bersiv nehatiye dayîn. Em niha di bin fişara xelkê de ne. hikûmetê bi derengxistina bûdcê tohmetbar dikin her wiha dibêjin bûdcê bo propagandeyên hilbijartinan bikar tîne.´´

Serokwezîrê Iraqê eşkere kiriye ku Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî jî bo radestkirina pêşniyarqanûna bûdceya sala 2014an a Iraqê bo parlamentoyê roj destnîşan kiriye û wiha aniye ziman: ´´Ji ber wê jî naxwazin zirar ne li me û ne jî li Herêma Kurdistanê bikeve.´´

Malpera Rûdawê herwisa di nûçeya xw de amaje bi ewê kiriye ku jêderekî ji nav civînê ji wan re gotiye: ´´Malikî her wiha got ku pêşniyar tê kirin ku em bûdcê bişînin parlamentoyê lê pişka 17% a Herêma Kurdistanê tê de nebe, ji ber ku ew petrolê difroşin bûdce nabe para wan. Lê min ev yek qebûl nekiriye. Pêşniyarek din jî heye ew jî ew e ku Herêma Kurdistanê bi xwe razî be. Ji parlamenterên kurd jî xwast ku hikûmeta Kurdistanê razî bikin li ser wan mercên ku Bexda û Hewlêrê li ser li hev kirine.´´

Li gorî ewî jêderî, Malikî îdia kiriye ku ew kamerayên ku çavdêriya şandina petrolê dikin hatine vemirandin.

Serokwezîrê Iraqê li ser cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê jî wiha gotiye: ´´Çi ji destê min hatiye min kiriye lê parlamento erka xwe nake. Ka çi plan û nexşeya we heye pêşkêş bikin.´´

Jêder: Xendan, Rûdaw
Top