• Friday, 13 February 2026
logo

Xortekî din ê Başûr li Sûriyê hat kuştin

Gulan Media January 11, 2014 Nûçe
Xortekî din ê Başûr li Sûriyê hat kuştin
Hat zanîn, xortekî din ê Başûrê Kurdistanê ku tevlî komên radîkal ên îslamî bibû li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.

Li gorî malpera bi navê Dûrbîn ku tê gotin nêzîkî emîrê berê yê koma îslamî ya Ensar el Îslamê Mela Kirêkar e, xortekî bi navê Raber ê bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî rêjîma Sûriyê de hatiye kuştin.

Li gorî malperê, ew xort tevlî komên radîkal ên îslamî bûye û li deverekî nêzîkî Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.

Bi vî awayî, ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha 12 xortên Başûr li nav komên radîkal ên îslamî de li Sûriyê hatine kuştin.


Li gorî amarên fermî, heta niha nêzîkî 200 xortên Başûr çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal bûne.

Rudaw
Top