Bombek bi hêzên pêşmerge li Mexmûrê de teqiya
Mulazim Şêrwan Sedqî ji yekîneya 47 a Fermandariya Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro sibehê bombeke vedayî bi karwana hêzên pêşmerge li gundê Ruwale yê ser bi nahiyeya Qerac li Mexmûrê teqiya.
Sidîq diyar kir ku hêzên pêşmerge li wê navçeyê belav bûne û li pey çekdarên ser bi Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) yên ku ew bombe vedane digere.
Sidîq bal kişand ku heta niha 2 gumanbar ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine girtin.
Ev çend mehin çekdarên DAÎŞê li navçeya Qerac a qeza Mexmûrê gefê li xelkê dixwin û beşek ji malên wê navçeyê jî teqandine.
Berî çend rojan bi ferman Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêzekî pêşmerge çû navçeya Qerac ji bo ku jiyana xelkê wê biparêze.
Duh kemyoneke bombekirî li ser pira nahiyeya Guwêr a ser bi qeza Mexmûrê ve teqiya û di encam de beşek ji pira ku Mexmûr û Mûsilê bi hev re girê dide têkçû.
Rudaw
