• Friday, 13 February 2026
logo

4 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media January 11, 2014 Nûçe
4 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan
Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz diyar kir ku ji 10 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ku di 8ê kanûna 2013an de li rojavayê bajarê Dêrika Hemko di encama teqînekê de birîndar bûn, 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina BDPê ya Mêrdînê da xuyakirin ku ji ber Walîtiya Mêrdînê bersiva daxwaznameya BPDê ya derbarê dermankirina her 10 hemwelatiyan nedaye, 4 ji wan birîndaran jiyana xwe ji dest dane.

Li gor nûçeya DÎHAyê, Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz got “Hevserokê Giştî yê KCDê Ahmet Turk bi Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz û parlamenterê BDPê yê Mêrdînê Erol Dora jî bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê re hevdîtîn pêk anîne, lê belê tevî van hemû hewldanan destûr nehatiye dayîn ku ew birîndar li Tirkiyeyê bêne dermankirin”.

Kaymaz diyar kir ku her çar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane navê wiha ne: Nîhad Siyamend Xelîl, Gulistan Silêman Xelîl, Egîd Ehmed Ekrem û Ekrem Omer Hecî.

Kaymaz aşkere kir ku hîn jî rewşa birîndarên bi navê Mezlûm Reşad Elî, Nevîrez Asir, Mihemed Şerîf Îsmaîl, Remazan Mihemed Elo, Sîrac Mihemed û Debessan Yeqûb Corc giran e.

Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê herwiha got “Tirkiyê hewl dide rejîma Esed û Rojavayiyan bi hevdu bide şerkirin. Dixwaze kesên birîndar di deriyê sînor ê di bin kontrola hêzên Esad re derbas bike. Şerê di navbera AKP-Cemaatê de polîtîkaya hikûmeta AKPê ya li hember Rojava guhert. Em wek kurdên Bakur timî ligel gelê xwe yê Rojava ne”.

Rudaw
Top