• Friday, 13 February 2026
logo

Davutoglu: Berîtanya û Fransa naxwazin Tirkiyê mezin bibe

Gulan Media January 11, 2014 Nûçe
Davutoglu: Berîtanya û Fransa naxwazin Tirkiyê mezin bibe
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku destê derve di bûyerên 17ê kanûna 2013an de hene û mijara dersxaneyê tenê hîncetek bû.

Davutoglu di kongreke rojnamevaniyê de got “Hin dewlet û di serî de Berîtanya û Fransa, ji mezinbûna Tirkiyê acizin û naxwazin Tirkiyê pêş bikeve”.

Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku ev 11 salin Tirkiyê pêş dikeve û gihiştiye asteke li pêş, ji ber wê jî, ewê rê nedin kesên ku dixwazin van pêşketinan rawestînin an jî dewletê têxin destê xwe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got “Hin balyozên dewletên Rojava destpêkê digotin çima dersxaneyên cemaatê tên girtin û pey re gotin dersxaneyên Fethullah Gulen û niha jî dibêjin çima dersxaneyên me digirin, ev hemû diyar dikin ku destê wan di operesyona 17ê kanûnê de heye”.

Ji destpêka operesyona 17ê kanûna 2013an de, hikûmeta Tirkiyê gotibû ku “destê Emerîka û Îsraîlê di wê operesyonê de heye”.

Rudaw
Top