Pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera derxistina rojnameya Kurdistanî Niwê
Rêzdar sernivîskar û desteya nivîskar û tevahiya karmendên rojnameya Kurdistanî Niwê
Silav û rêz
Salvegera 22 saliya derxistina rojnameya Kurdistanî Niwê li we yên xweşdivî pîroz dikim û ji bo we hêviya serkeftin û pêşketinê dixwazim.
Niha li sayeya xebat û qurbanîdana gelê me, welatê me berev pêşve hengavan davêje û xelkê Kurdistanê hêviyeke zêde bi paşaroj û heza li pêşketinê ye. Pêşketinên warê gihandinê jî derfeteke ji bo ragihandinkarên Kurdistanê ku rola xwe ji bo pêkanîna wê daxwaza gelê xwe bibînin û ji bilî bergirîkirina li bîra neteweyî û hişyariya gelê we, peyama tebayî û aştî û pêkvejiyanê belav bikin.
Kurdistanî Niwê rojnameyekî pêşketiya Kurdistane û pabendî peyama neteweyî û nîştîmaniyê bûye û rolekî girîng li hişyariya gelê me de dîtiye.
Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/01/2014
