Yekîtiya Zanayên olî kiriyara destdirêjî şermezar kir
Yekîtiya zanayên olî ya Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî bûyera tirajîk ya destdirêjî kirine ser keçeke penaber ya 16 salî a Rojawayê Kurdistanê ji aliyê 6 xortan ve şermezar kir û ragehand ku ew bûyera han bûyereke hovaneye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.
YZOK herwiha ew bûyera han weke zirveya namirovatî nirxandiye û daxwaz ji aliyên têkeldar kiriye daku, di warê yasayî de li hember wan tawanbaran tedbîrên pêwîst werbigirin û cezayên wan bidin
