• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Eşîrên Enbarê daxwaza hevkariyê ji Serok Barzanî dikin

Gulan Media January 10, 2014 Nûçe
Serok Eşîrên Enbarê daxwaza hevkariyê ji Serok Barzanî dikin
Serok Eşîrên Enbar û Felûceyê daxwaza hevkariyê ji Serokê Kurdistanê dikin.

Piştî aloz bûna rewşa Enbar û Felûceyê û berdewam kirina şer û pevçûnên heyî yên li Felûceyê de ên di navbera DISI û artêşa Îraqê de hijmarek ji şîniyên wan deveran koçbar bûn û berê xwe dan Kurdistanê.

Her di wê warî de dohê hijmarek ji Serok Eşîrên Felûceyê serdana Serok Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kirin û çend daxwazek pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Ew Serok Eşîrên han daxwaz ji Serokê Kurdistanê kirin û daku berê xwe bide wan penaberan ku ji Enbar û Felûceyê hatine Kurdistanê.

Serok Eşîr herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku bo aram kirina rewşa Enbar û Felûceyê bikeve navberkariyê.

Li hember de jî Serok Barzanî soz da ku çi ji destê wî were bo aram kirina rewşa wan deveran bike û ji bo hevkarî kirina penaberan jî Serok Barzanî tekez kir ku ew penaberên han di cihekî aram dene û tevahiya pêdeviyên wan tên dabînkirin.
Top