Di encama teqînekî li Bexdayê de 59 kes bûne qurbanî
Di wê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Bexdayê ragehandin ku di encama teqînekî li berdem navendeke fermî ya hikûmetê de 23 welatî canê xwe ji dest dan û 36 welatiyên din jî birîndar bûn.
Ji aliyeke din ve jî çavkaniyên tendirostî dibêjin birîna hine ji birîndaran xedare lewre tê payîn ku hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Heta niha ti aliyekî berpirsiyartiya wê teqînê nexistiye ser xwe
