• Friday, 13 February 2026
logo

Hadî:13 Hezar şêniyên Fellûce reviyane Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 8, 2014 Nûçe
Hadî:13 Hezar şêniyên Fellûce reviyane Herêma Kurdistanê
Şer û pevçûnên ku ev çend roj in di navbera çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) û Artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê didome, bû sedema wê yekê ku xelkên wê parêzgehê ji mal û navçeyên xwe birevin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê Newazad Hadî jî dibêje ku di dema çend rojên borî de 13 hezar kes ji Enbarê hatine Hewlêrê.

Kesê bi navê Xizêr Ebas ku ligel 13 endamên malbata xwe mal û milkên xwe li Fellûce bi cî hiştine û niha li yek ji motêlên Hewlêrê dimînin,ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje: “Ez nikarim biaxivim, xema me gellek e”.

Lê keça Xizêr Ebas wiha got: “Ev 7 roj in şer û pevçûn li Fellûce qewimîne, şer di navbera hikûmeta Iraqê û çekdarên DAŞIê de çêbûye, rewşa vê carê ya FeLlûce gelLek xirabe”.

Ji aliyê xwe parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, behsa vekirina deriyên Herêma Kurdistanê bo mexdûrên şerê Fellûce dike, lê amaje bi wê yekê dike ku tedbîrên taybet ji bo parastina Herêma Kurdistanê jî hatine girtin.

Li gorî agahiyên dawî, bajarê Fellûce ji bin kontrola hêzên Iraqê derketiye û ketiye bin kontrola çekdarên DAIŞê ku wek baskê Iraqê yê El Qaîdê tê naskirin.

Tê gotin, hêzên Iraqê li derveyî bajêr hatine binecîkirin û xwe bo operasyonê li dijî çekdarên radîkal amade dikin.

Beriya niha jî Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, gotibû, ew êdî hêzên xwe naşînin Iraqê lê dê çekên pêwîst bo hikûmetê bişînin da li dijî çekdarên radîkal şer bikin.

Rudaw
Top