Kurd li Bexdayê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan dibe
Berpirsê liqa Bexdayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mihemed Emîn Delo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Aliyên Kurd li Bexdayê dê bi yek lîsteya bi navê Hevpeymaniya YekgiRtî ya Kurd beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin”, ku biryare di 30 Nîsanê de birêve biçin.
Mihemed Emîn Delo da zanîn ku ev lîste ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), PDKê, Yekgirtûya Îsalmî ya Kurdistanê, Tevgera Îslamî, kesayetiyên kurdên Feylî pêk tê.
Herwiha navhatî eşkere kir ku Tevgera Gorran li Bexdayê beşdarî hilbijartinan nabe.
Derbarê serokê lîsteyê jî berpirsê liqa Bexdayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku berpisrê melbenda YNKê li Bexdayê Firyad Rewandizî serokê lîsteyê ye.
Rudaw
