Mursî îro li ber dadgehê amade dibe
Li gor nûçeya BBC, Mursî îro bi helîkoptereke û di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de anîne avahiya dadgehê li Akadîmyay Polîs li Qahîre.
Li kêleka Mursî, 14 serkirde û endamên din ên grûpa Îxwan Muslimîn bi tometa kuştina xwepêşanderan û tujkirina xelkê li ser tundiyê têne darizandin.
Mursî herwiha bi çend tometên din jî dê were darizandin wek revîna ji zindana Wadî el-Netrûn piştî şoreşa 25ê çile ya sala 2011an ku di encamê de Husnî Mubarek ji posta serokatiyê hat dûrxistin.
Mursî di tîrmeha sala 2013an de piştî xwepêşandanên li dijî desthilata wî, ji aliyê artêşê ve ji ser desthilatê hat dûrxistin.
Mihemed Mursî di destpêka mijdara sala 2013an de wek yekemîn car li ber dadgehê amade bû.
Rudaw
